Gotereş: Cîhan ber bi pergaleke çendcemserî va diçe
Sersekreterê NY amajeyî tundbûna nakokîyên jeopoltîk, şer, qeyrana rewşa av u hewayê, neberanberî u berfirebûna Hişê Çêkirî kir u got: Cîhan ber bi pergaleke çendcemserî va diçe.
Antonîyo Gotereş li Civata Giştî ya NY pêgirî kir ev demajoya dikare bibe sedema zêdebûna nakokî û nebûna pêbawerîyê u yan jî pêkhatina çendcemsebûna torî ya ser bingeha hevkarî û qanûnên navdewletî.
Wî ji ber nijyara nika ya rêxistinên navdewletî rexne kir u xwest ku di Konseya Emnî da çaksazî bên kirin u çendalîkarî were xurtkirin. Sersekreterê NY amajeyî Filistînê jî kir u got: Operasyona leşkerî ya piştî 7ê Cotmehê li Xezzeyê, ji hêla hejmara kuştîyan u wêranbûnê va, bêmînak bûye.
Wî hişyarî da ku şîdet, awarebûn u berfirebûna çêkiirna bajarokan li rexê rojavaya çemê urdinê, gefê li aştîyê dixwun. Wî xwest ku pevçûnên li Rojhilata Navînê werin bidawîhanîn.