Daketina bêmînak a asta hebandîbûna Trump bere berê hilbijartinên Kongira Amerîkayê 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360468-daketina_bêmînak_a_asta_hebandîbûna_trump_bere_berê_hilbijartinên_kongira_amerîkayê
Di halekî da ku tenê nêzî 6 hefte ji bo dewra navîn a hilbijartinên Kongira Amerîkayê mane, li gorî encama rapirsîyeke nû, asta hebandîbûna Donald Trump bi awayekî bêmînak u dîrokî daketîye.
(last modified 2026-09-22T14:57:23+00:00 )
Îlon 22, 2026 18:24 Asia/Tehran
  •  Daketina bêmînak a asta hebandîbûna Trump bere berê hilbijartinên Kongira Amerîkayê 

Di halekî da ku tenê nêzî 6 hefte ji bo dewra navîn a hilbijartinên Kongira Amerîkayê mane, li gorî encama rapirsîyeke nû, asta hebandîbûna Donald Trump bi awayekî bêmînak u dîrokî daketîye.

Li gorî rapirsîya nû ya Reuters u Ipsosê, asta hebandîbûna Donald Trump Serokomarê Amerîkayê daketîye sedî 32yê ku asta herî nizim di dewra duyem a serokomartîya wî da ye. Dewra navîn a hilbijartina Kongira Amerîakyê yê di 3yê Mijdarê da were lidarxsitin u yê dengdan têkildarî hemî kursîyên Meclisa Parlimanteran u nêzî yek ji sêyê kursîyên Senayê be. Hevgavê vê yekê, jordaçûna bihaya enerjîyê, bihabûn u xercên jîyanê ji mijarên herî girîng in ku debgderên amerîkî bala xwe danê.