Pêhişyariya Wezîrê Karên Derve yê Çînê li bara rewşa navçeya rojavaya Asiyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359846-pêhişyariya_wezîrê_karên_derve_yê_Çînê_li_bara_rewşa_navçeya_rojavaya_asiyayê
Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê Çînê, destnîşan kir: Rojhilata Navîn û navçeya Kendava Farsê gihîştiye xaleke hestyar û ji hemû aliyên pevçûnê xwest demlidest vegerin gotûbêj û muzakireyan.
(last modified 2026-08-24T15:42:56+00:00 )
Tebax 24, 2026 18:25 Asia/Tehran
  • Pêhişyariya Wezîrê Karên Derve yê Çînê li bara rewşa navçeya rojavaya Asiyayê

Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê Çînê, destnîşan kir: Rojhilata Navîn û navçeya Kendava Farsê gihîştiye xaleke hestyar û ji hemû aliyên pevçûnê xwest demlidest vegerin gotûbêj û muzakireyan.

Anegorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Çînê, Wang Yî, Wezîrê Karên Derve yê vî welatî li hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê re li Pêkenê got: Nabe ku pevçûnên berdewam ên berê dubare bibin û ewlewiyeta sereke kêmkirina kêşeyan e.

Wî herwiha got: Nika rewşa Rojhilata Navînê hîna jî cidî û bikaresat e.

Wang Yî herwiha got: Çîn bi awayekî vebirr li rex aliyê dirust ê dîrokê û li rex helwêsta adilane ya welatên navçê disekine û rola xwe ji bo belavkirina aştî û istiqrara Rojhilata Navînê dilîze.