Rewşa qeyranî ya zimhêrên stratêjîk ên nifta Amerîkayê
Asta zimhêrên stratêjîk ên nifta xav a Amerîkayê daketiye asta herî kêm a di 43 salên derbasbûyî de.
Rapora fermî ya Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amrîkayê nîşan dide ku ji ber girtina Tengava Hurmuzê, di nav zimhêrên bi nêzîkî 726 milyon bermîl ên nifta xav ên Amerîkayê de tenê nêzîkî 298 milyon bermîl nift maye. Li gorî vê yekê, berendamekî Sêna ya Amerîkayê hişyarî da gelê vî welatî ku divê ew ji ber girtina Tengava Hurmuzê û berdewamiya şer li ser xerckirina benzînê teserûf bikin. Rêveberiya Agahdariya Enerjiyê ya Amerîkayê, amajeyî bi sînordarkirina veguhestina enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê, pêşbînî kiriye ku bihaya nifta Brentê di sala 2026`an de ji 82 dolarî bo 87 dolarî dê zêde bibe.
Bihaya benzînê li Amerîkayê jî ji 2 Dolar û 98 Sêntan a berî şêrr jorda çûye û bi awayekî navgîn gihîştiye 3 Dolar û 78 Sêntî di her galonekê de. Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê îdia kir ku rojane nêzîkî 9 milyon bermîl nift ji Tengava Hurmuzê derbas dibe, lê şîrketa Agahiyên Deryayî ya Kêplêr`ê ragihand ku roja Duşemiyê tenê heşt keştî ji vê tengavê derbas bûne. Eva di halekî da ye ku berî şêrr bi awayekî navgîn di rojê de nêzî 120 gemî ji tengerêyê derbas dibûn. Eva di demekê de ye ku Trump îdia kiriye ku Tengava Hurmuz niha vekirî ye û kontrola wê di destê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de ye.