Lavrov: Amerîka li himberî zextên Ewropayê li bara Ukraynê teslîm dibe
Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê dibêje: Ev demek e hinek nîşanên teslîmbûna Amerîkayê li himberî zextên Ewropayê li bara mesela Ukraynê tên dîtin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê got: Ewropî zexta jibo vekişîna Waşîngtonê ji nêrîna xwe jibo bidestxistina rêketineke adilane û mayînde berdewam dikin û hewil didin ku wê ber bi taktîka agirbesa demlidest ve bikşînin ku derfeteke jibo xwe-xurtkirina dubare û vejiyandina pîşesaziyên leşkerî bidin xwe û Zêlênskî û hêzên xwe.
Sergêyî Lavrov her wiha got: Ji dewama vê startejiyê ecêbgirtî namîne . Wî destnîşan kir ku ev demek e hin nîşaneyên teslîmbûna aliyê amerîkî li himberî vê zextê eşkere bûne.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyayê her wiha got:Di rasitiyê de her tişta ku niha li UKraynê diqewime şerek e ku Welatên Rojavayî ji rêya Kiyêvê bi rê xistine ku eşkere duruşmeyên naziyan berz dike.