Tekzeiya Rûsiyê li ser mafê serweriyê ya Kûba û Venezulayê li himber Amerîkayê
Sibat 11, 2026 17:02 Asia/Tehran
Rûsiyê cardinê bi eşkereyî kiryarên Amerîkayê derheq zexta li dijî Kûba û Venezuelayê şermezar kir.
Sergeyî Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê, tekez kir ku têkoşîna li dijî her cure kiryarên kolonyalîstî, ji wan tedbîrên aborî yên bi darê zorê heta destwerdanên nerastrast bala Moskowê dikşînin.
Wî her wiha got ku gelê Kûba û Venezulayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe hene û Rûsiye li dû hevkariya navdewletî ser bingeha wekheviyê ye. Vîktor Koronlî, Balyozê Rûsiyê li Kûbayê jî bal kişand ser zêdebûna zext û devojeniyên êrişkerane yên Waşîngtonê li dijî Kûbayê û got ku ev kiryar ewlehî û îstiqrara navçeyê lawaz dikin û got: Staretjiya zexta herî zêde ya Amerîkayê bi tenê bi armamca fetisandina aborya Kûbayê tê şopandin.