Pîrozkirina salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li welatên curbicur
Hevdem li gel 22`ê Behmenê, salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li welatên curbicur yên cîhanê merasimên rêzgirtina li vê rojê hatin lidarxistin.
Bi sedan kes ji xelkê Hindistanê li bajarê Kargîl û bajarê Serîngerê bi lidarxistina merasima Yewmullahê, 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê pîroz kirin.
Di vê kombûnê de, meşvanan dirûşmeyên wekî Ellahuekber, Ebolfezlê Alahilgir, Destê Xwedê li ser me , Xamineyî rêberê me qîriyan .
Xelkê di vê merasimê de bi nîşandayîna hestên xwe yên olî û baweriya xwe, salvegera Şoreşa Îslamî pîroz kirin.
Her wiha, şareza û nûnerên partiyên siyasî li Silêmanî, Enqere, Beyrût, Kualalumpur, Malizya, Oganda, Bûdapêst, Hangariya û Berlînê û çend bajarên din beşdarî merasimên fermî yên nûnertiyên Îranê li wan bajaran bûn.
Antonyo Gotêrêş, Sekreterê Giştî yê NY di peyamekê de 47 emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kir.
Wezîrên karên derve yên welatên curbicur ên cîhanê ji wan Tirkiye, Pakistan û Hindistanê di hin peyaman de salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kirin.
Serokkomarê Azerbaycanê, Serokê Konseya Federasyonê ya Rûsiyê, Serokkomarê Bilarûsê, Hizbullaha Lubnanê û Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê jî 47`emîn salvegera serkeftina Şoreşa Îslamî li gel û hikûmeta Îranê pîroz kirin û tekezî li ser geşatiya têkiliyan bi Komara Îslamî ya Îranê re di hemû waran de kirin.