Sibat 08, 2026 18:39 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî ewrûpî: Muzakireya NATO u Amerîkayê têkildarî Girînlendê bêbextî ye

Endamekî Parlimana Ewropayê got ku meseleya Girînlendê nika zîyaneke giran gîhandîye peywendîyên di navbera YEyê u Amerîkayê da.

Fernand Karthayzer got: Muzakireya Mark Rote Sekreterê Giştî yê NATOyê tev Amerîkayê derbara siberoja Girînlendê da, xîyaneta himber hevpeymanan tê hesêb. Berî vîya Mêtê Fêrêdêrîksin Serokwezîra Danîmarkê gotibû li Rote ne di wê astê da ye ku bikare ji hêla Danmark an Girînlendê va bi Amerîkayê ra muzakirê bike. Wê gotibû: Em desta ji serwerîya Girînlendê nakişînin u siberoja vê herêmê divê ji hêla niştecîyên wê va were destnîşankirin u Girînlend beşeke Danîmarkê ye. Donald Trump Serokomarê Amerkayê di 17ê Çillê da ragihand ku Waşîngton heta dema lihevkirina alîyan têkildarî kirrîna tam a Girînlendê, yê baca sedî 10 ser kel u pelên ji Ingilîs, Alman, Danmark, Holend, Norwej, Finland u Fransa û Siwêdê tên kirrînê, bisepîne. Biryar bû ku ew biryara ji destpêka Sibatê va were bicihanîn. Lê Trump piştî muzakireya tev Mark Rote Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand ku Amerîka dê ewê bacê nesepîne ji ber ku çarçoveya lihevkirinekê tê destînşankirin.

 

Serepeyv