Sibat 07, 2026 19:12 Asia/Tehran

Belgeyên kun û ji aliyê Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê ve hatine weşandin nîşan didin ku Cêfrî Epstîn, mîlyardêrê ku tawanbar e sûcên cinsî cih anîne, bi salan bi dizî ve pere dida artêşa Rejîma Siyonîst û pirojeyên bajarokçêkirinê li Filistînê.

Di halekî da ku her rojê berûlayên nû ji dosiyeya riswatiya exlaqî ya Epstîn, dosiyeyek ku ji sê mîlyon rûpelan pêk hatiye, aşkera dibin û her rojê nave çend kesayetiyên bi navbang ên civata welatên rojavayî jî di vê dosiyeyê de tên dîtin û ji Tirampê serokomarê Amerîkayê bigire heta Çamskî, têorîsiyenê amerîkî, nika nave wan wekî tawanbar di vê dosiyeyê de tê gotin û heta welatên navçê yên wekî Tirkiyê jî nave wan di vê riswatiya mezin a exlaqî ya hevçerx de hatine qeydkirin.
Belgeyên ku li ser dosiyeya Cêfrî Epstîn, qaçaxçiyê keç û nûgîhayan bo karên derveyî exlaqê, ji aliyê wezareta dadweriya Amerîkayê ve nû hatine weşandin, berûlayên nû ji tora darayî yaw î aşkera dike û nîşan dide ku ew bi rêya navenda xwe gelek pere şandine hin rêxistinan ku rasterast xizmeta artêşa Rejîma Dagirkir a Siyonîst û projeyên çêkirina bajarokan li Erdên Dagirkirî yên Filistînê dikin. Ev belge nîşan didin ku navenda Epstîn alîkarî daye rêxistina Hevalên Hêzên Berevaniya Îsraîlê(FIDF); saziyeke amerîkî ku bi hevkariya artêşa Rejîma Siyonîst jib o piştgîriya ji leşkerên Siyonîst, binavahiyên leşkerî û çalakiyên têkildarî dagîrkeriyê, alîkariyan kom dike. Belgeyên Dayireya Dahata Navxweyî ya Amerîkayê her wiha dravdanên Epstein ji bo Sindûqa Neteweyî ya Cihûyan (JNF) tomar kirine, ku saziyek e ku navê wê bi dehsalan e bi berfirehkirina bajarokçêkirinê, desteserkirina erd û misogerkirina dagirkeriya li Filistînê ve girêdayî ye. Di beşek din ji belgeyên Wezareta Dadê ya Amerîkayê de hatiye ku Epstein bi çend kesayetiyên navdar ên Rejîma Siyonîst re, di nav de Serokwezîrê berê Îhûd Barak, di têkiliyê de bû û beşdarî çalakiyên îstîxbaratê yên bi Mûsadê re dihatin hevrêzkirin, di nav de komkirina îstîxbaratê û şantajkirinê.
 

Serepeyv