Belgeya FBI`yê: Cêfrî Epistin ajanê Mossadê bûye
Sibat 06, 2026 14:26 Asia/Tehran
Belgeyên ku FBIyê vê dawîyê weşand, ber u layên nû yên dosîya Cêfrî Epistin sermayedarê cihû, qaçaxçî û sûckarê destdirêjîya ser zark u nûgîhyanan u bikaranîna derveyî exlaqê ya wan aşkira kirine.
Di van belgeyana da ku yên sala 2020ê ne u vê dawîyê hatine weşandin, hatîye ku Epistin têkilîyeke gelekî nêzîk bi Ehud Barak Serokwezîrê berê yê Rejîma Sîyonîst ra hebûye û bi awayekî rasterast di bin çavdêrîya wî da ji bo sîxorîyê hatîye perwerdekirin. Di vê belgeyê da herwiha ji zarê kesekî hatîye ku Epistin ser bi dezgehên istixbaratê yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst bûye.