Sibat 04, 2026 18:22 Asia/Tehran
  • Pêşdaçûna hêzên çekdar ên Ûrsêtê li rojhilata Ukraynê

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî pêşdaçûna li rojhilata Ukraynê didomînin.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê herwiha di daxûyanîya xwe da ragihand ku di encama pêşdaçûna hêzên vî welatî da bajarokê Starokirayîna li herêma Zaporjîyayê u bajarokê Stêpanofoka li Donêtskê hatin azadkirin. Li gorî daxûyanîya vê wezaretxaneyê binesazîyên ardû u enerjîyê yên hêzên çekdar ên Ukraynê jî bûn armanca êrişan.

Şerê li rojhilata Ukraynê di halekî da didome ku muzakirekerên Ukrayn, Ûrsêt û Amerîkayê îro li Ebûzebîyê li pişt derîyên daxistî civîyan. Vekişîna Ukraynê ji herêma Dunbasê girîngtirîn hevkêşîya di muzakireyên hanê da hatîye zanîn. 

 

Serepeyv