Sibat 03, 2026 18:36 Asia/Tehran

Eşkerekirina hûrgiliyên nû yên koma qaçaxa cinsî ya Cêfrî Epistîn ji bilî eşkerekirina têiliyên van koman bi rejîma Siyonîst, sûcên gelek rayedarên siyasî û çandî yên rojavayî ji van sê serokkomarên Amerîkayê eşkere kirine.

Dosiya Cêfrî Epistîn sermayedarê amerîkî ku di sala 2019an de li zindana Newyorkê mir, ne tenê riswatiyeke cinsî belku toreke îstixbaratî ya tevlîhev tê hesabê.

Mirina wî biguman bû. Kamêrayên zindanê ji kar ketibûn û  birînên ser gewiriya wî pirtir dişibiyan şopa xendiqanindê heta xwekuştinê.

Epstin bi toreke siyasetmedar, milyardêr û endamên  malbatên paşatiyê yên rojavayî re têkiliya xwe hebû û mal û milkên wî bibûn cihê civînên nepenî.

Medyayên welatên rojavayî pirtir bala xwe didan ser   gendeliya cinsî ya Epistîn û kêmtir li ser têkiliya wî ya bi Mossadê û serwîsên îstîxbaratê yên din re disekinîn.

Belge nîşan didin ku Epistîn wek rêveberê toreke bazirganiya cinsî, kirêgirtiyê Mossadê jibo kontrol û bandora ser şarezayên siyasî û aborî yên welatên rojavayî bûye.

Şirîka wî ya sereke, Xezeleyn Maksol, keça Robêrt Maksol bû ku têkiliyên wê yên belgekirî bi MI6 û Mossad re hebûn. Her wiha serederîya Dezgeha Dadwerîyê ya nerim a himber Epistîn di sala 2008an, hitmala rola wî wek kirêgirtiyê îstixbaratê xurt dike. Li gorî belgeyan Epistîn îstifada cinsî li zarokan dikir û mêvanên wî yên li girava wî, ji Tam Barak, Wekîlê Trump li karûbarên Sûriyê û balyozê wî li Enqerê, bigire heya Trump bi xwe û deh siyasetvanên din ên rojavayî bi sûcên cinsî derbarê zarokan têkildar in. Elî Heme Salih, parlemanterê parlemana Herêma Kurdistanê li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsiye:

Seyr e. Gelek medya cîhanê bi peyvekê behsa sûcê mezin ê Epistîn nakin. Lê li ser tiştên pûç raporan didin. Dana Newzer Caf, rojnamevanê navdar ê Kurd, di vî warî de nivîsiye: Eva tenê çîroka têkçûna exlaqê û şeytanperestîyê nine belku şêwaza danûstandina siyonîstî li cîhanê ye. Ew dijminên me ne. Mirovên herî bêexlaq, genî yên Xwedê ne. Her kes ji viya fehm neke, bi gêjî dijî û bi gêlî jî dimre.

 

Serepeyv