Wezîrê Derve yê Kûbayê xitabî Trump: Em her tim ji bo şêr amade ne
Wezîrê Derve yê Kûbayê li himber kiryarên Amerîkayê jibo qutkirina dabînkirina sotemeniya vî welatî bertek nîşan da û got : Em gelê şoreşgêr in û em her tim amade ne şêr bikin.
Birono Rodrîgz, Wezîrê Derve yê Kûbayê bi şermezarkirina kiryarên Amerîkayê jibo qutkirina dabnkirina sotmeneiya vî welatî tekez kir: Waşîngotin hewi dide bi rêya dorpêçkirina enerjiyê, debara xelkê Kûbayê zehmetiri bike lê bila Trump bizanibe ku xelkê Kûbayê li hember kiryarên wî berxwedêr in û dê bi rêze derewên wî neyên xapandin.
Wî kiryarên vê dawiyê yên Amerîkayê û hewldanên wê yên ji bo girtina pêşiya dabînkirina sotemeniya vî welatî bi armanca zexta li dijî gelê Kûbayê û dasepandina şert û mercên jiyanê yên dijwar da zanîn û got : Em vê siyaseta Amerîkayê bi peyvên herî tund şermezar dikin.