Çile 30, 2026 15:45 Asia/Tehran
  • Hişyariya Beradeyî derbarê gefên leşkerî li dijî Îranê

Rêveberê Giştî yê berê yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê derbarê dewama gefên leşkerî li dijî Îranê de hişyarî da.

Mihemed Baradeyi, Rêveberê Giştî yê berê yê Ajansa  navneteweyî ya Enerjiya Atomê li ser rûpela xwe ya Xê nivîsî: 

Berdewamiya gefên yekalî li himber êrişa leşkerî ser Îranê, di rewşekê de ku xetereke zelal û demlidest tune ye, bê guman ev gef bi binpêkirinên qanûnên navneteweyî re hevrê dibe. 

Heman atmosfera tal a beriya şerê neqanûnî û neexlaqî li dijî Iraqê tîne bîra mirov, şerê ku  ser bingeha  derewan hatibû avakirin û encamên nalebar bi cih hişt. 

Wî tekez kir, wer tê xûyanê ku jiyana mirovan û wêrankirina berfireh  ya navçeyê ne girîng e û em qet ji ezmûnên berê dersan wernagirin. 

 

Serepeyv