Pêşdeçûna artêşa Rûsiyê li hemû bereyên şêr ên rojhilatê Ukraynê
Çile 27, 2026 13:37 Asia/Tehran
Sererkanê Hêzên Çekdar ê Rûsiyê ragihand ku hêzên vî welatî li hemû mêhwerên rojhilatê Ukraynê pêşveçûna xwe berdewa dikin.
Valerî Grasîmov ragihand ku hêzên vî welatî li hemû mêhwerên bereya pêşîn a operasyona leşkerî ya taybet berdewam dikin.
Li gorî gotina Grasîmov hêzên Rûsiyê ji destpêka Çilleyê ve 17 deverên niştecîbûnê û zêdetirî 500 kîlometrên çarkunc ên li herêmên rûsnişîn ên Ukraynê rizgar kirine. Wî got: Koma leşkerî ya Bakur di halê operasyona leşkerî ji bo berfirehkirina kembera ewlehiyê li deverên sînorî yên parêzgehên Somî û Xarkêfê ye. Girasîmov got: Nêzîkî 800 leşkerên Ukraynî li navçeyeke nêzîkî Kopiyanskê li parêzgeha Xarkêvê hetine dorpêçkirin.