Çile 26, 2026 15:59 Asia/Tehran
  • Êrişa tîmsahan ser gel li başûrê Efrîqayê

Piştî lehiyên berfireh li sê welatên Efrîqayê û awarebûna bi hezaran kesî, tîmsah li hin navçeyên Mûzambîkê bi derbasbûna nav bajarên bin avêketî êrişî ser xelkê kirin. Baranên guj û rabûna lehiyê li herêmên curbicur ên sê welatên Mûzambîk, Zîmbabwê û Efrîqaya başûrî li başûrê Efrîqayê li du heftiyên borî de gelek zirar bi dû xwe re hebûne.

 

 Li Zîmbabwê herîkêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dane û li Efrîqaya başûr û Mûzambîkê jî di rêzê de zêde ji 30 û 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. 

 Hatiye ragehandin ku li hin bajaran li başûrê Mûzambîkê, tîmsah derbasî bajêr bûne û êrişî ser gel kirine û herîkêm sê kes hetanî niha hatine kuştin.

 

Serepeyv