Li ser Girînlendê gêre ket navbera Amerîkayê u YEyê
Gefxwarina Trump derbara Girînlendê da bû sedema hêrsbûna Ewropayê û Hevalbendîya NATOyê jî bi giranî ketîye ber xeterê.
Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê ragihand ku rayedarekî payebilind ê YEyê, sepandina bacên nû ji hêla Trump va ser 8 welatên endamê vê yekitîyê ya bi hegera piştgirîya ji Girînlendê, şaşitî bi nav kir u got ku vî karî ev babeta ku meriv bawerîya xwe li Trump bîne, sis kir.
Emanuel Mekron Serokomarê Fransayê gotîye ku YEyê dikare bi saya yek ji emrazên herî xurt ên aborî yên xwe, tolê himber Trump hilîne.
Orsulla Vonder Leyen Seroka Komsyona Ewropayê jî dijî biryara Trump a sepandina baca sedî 10 têkildarî kel u pelên 8 welatên ewropî ji meha SIbatê va derket û pêgirî kir ku Girînlend navçeyeek Danmarkê ye ku hevgav endmê NATOyê jî ye.
Trump duh ji bo beşdarbûna di Civata Cîhanî ya Aborê da çû Davosa Swîsê û çav li rê ye ku ew derbara Girînlendê da gotûbêjê bike. Lê serok u rêvebirên YEyê ku di halê berevanîya ji Danmarkê u serdestbûna vî welatî li Girînlendê da ne, bi aşkirayî helwesta xwe ya tund dijî Trump ragihandine.
Mark Karnî Serokwezîrê Kanadayê jî derbara nakokîyên tund ên cîhanî raserî meseleya Girînlendê da hişyarî da û got ku eva wehm u xeyalek e. Serokwezîrê Kanadayê herwiha pêgirî kir: Em bi awayekî teqil li rex Girînlend u Danmarkê sekinîne; Kanada bi tundî dijî bacên ji ber Girînlendê ye.