Ihtimala şandina 1500 leşkerên amerîkî bo eyaleta Mînesotayê
Çile 18, 2026 19:07 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê fermana amadebûnê da 1500 leşkeran ji bo ku diqewime ber bi Mînesotayê va bên şandin.
Ev fermana piştî gefên Trump derheq çalakkirina Qanûna Serhildanê di germegerma gêre u nerazîbûnên li Mînesotayê da hat dayîn. Artêşa Amerîkayê ew hêzana xistîye rewşa amadebaşîyê da. Trump gef kiribû ku heke berpirsên eyaletê li Mînesotayê nekaribin pêşîya êrişa nerazîyan ser berpirsên Dayra Koçberîyê bigirin, dê wê qanûnê bi cih bîne. Wî herwiha gotibû ku nerazî serhildêrên pirofişinal in.