Çile 12, 2026 16:10 Asia/Tehran
  • Dengvedana meşa berfire ya gelê Îranê ya ji bo şermezarkirina terorîsma sîyonîstî- amerîkî

Meşa bi milyonan welatîyên îranî ya ji bo şermezarkirina terorîsma sîyonîst- amerîkî u cinayetên terorîst u ajawegêran bi awayekî berfie li medyayên herêmê deng veda.

Meşa berfire ya gelê Îranê ku ji bo piştgirîya ji hiûkmetê û şermezarkirina tund a ajawegêrîyn vê dawîyê li şarên curbicur hat birêketin, bi awayekî berfire li medyayan û şebekeyên civakî li Pakistanê deng veda.

Wêne u vîdyoyên ku li şebekeyên civakî nemaze ji hêla bikarînerên wan ên li Pakistanê va hatine weşandin, nîşan didin ku vê meşê bi awayekî berfire deng vedaye û wek nîşaneyeke hevgirtina netewî u retkirina şîdetê hatine pêşwazîkirin.

Medyayên Pakistanê di çend beşên nûçeyan da bal kişandin ser vê meşê û axavtina rayedarên îranî derbara rola kirêgirtîyên bîyanîyan di tundkirina nearamîyan da u tawanbarîya Amerîkayê ji ber destwerdana di bûyerên vê dawîyê da weşandin.

Şebekeya Al Meyadînê jî bi awayekî zindî meşa bi beşdarîya bi milyonan welatîyên îranî ya ji bo şermezarkirina ajawegêrî û kiryarên terorîstî yên vê dawîyê li Îranê weşand. 

Serepeyv