Çile 11, 2026 16:45 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfire dijî Amerîkayê li Venezuela u Mekzîkê

Gelên Mekzîk u Venezuelayê bi xwenîşandaneke berfire sîyasetên şerxwazane u serdestîxwazane yên Amerîkayê şermezar kirin.

Welatîyên venezuelayî di vê xwenîşandanê da tevî şermezarkirina kiryara terorîstî ya Amerîkayê ya revandina Madoro u hevsera wî, xwestin ku ew demlidest bên berdan. Hefteyek ji operasyona destidêrjkerane ya Amerîkayê ya revandina Serokomarê Venezuelayê û hevsera wî derbas dibe, lê gelê Venezuelayê hela jî bi kombûn û xwenîşandanên dijî Amerîkayê, dixwazin ku serokomarê welatê wan bê azadkirin. Li Mekzîkê jî welatîyan bi xwenîşandaneke berfrie sîyasetên Amerîkayê şermezar kirin u ji hikûmeta Trump xwestin ku desta ji destwerdana di karên navxweyî yên Venezuelayê û welatên din bikişîne. 

Serepeyv