Hîngarîyayê derheq berfirebûna şêrr li Ewropayê da hişyarî da
Çile 11, 2026 17:16 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Hîngarîyayê ji ber sîyaseta şirîkên ewropî yên vî welatî rexne kir u derheq berfirebûna şêrr li Ewropayê da hişyarî da.
Pîtêr Sîcaro ku çend caran amajeyî hewlên Brukselê ji bo astengkirin u destwerdana di muzakireyên aştîya Ukraynê kirîye, ji ber helwestên Brukselê rexne kir u hişyarî da ku şandina hêzên ingilîsî û fransî bo Ukraynê, dê şêrr kaş bike nav parzemîna Ewropayê. Ûrsêtê jî bi caran hişyarî daye ku şandina hêzê ji hêla welatên ewropî va ji bo piştgirîya ji Ukraynê, dê bi wateya destwerdana leşkerî were zanîn û bibe sedema berteka tund a Moskowê.