Qedirzaniya Venezuelayê ji piştgiriyên hikûmet û gelê Îranê
Wezîrê Derve yê Venezuelayê di peyamekê de ji piştgiriya hikûmet û gelê Îranê ji welatê xwe sipasî kir.
Îvan Xîl Pînto, Wezîrê Derve yê Venezuelayê , bal kişand ser dawîn helêwesta Wezîrê Derve yê Îranê derbarê alûgurên li welatê xwe û piştgiriya ji gelê Venezuelayê û got: Seyd Ebas Eraqçî,Wezîrê Derve yê Îranê dema piştrast dike ku gelê Venezuelayê mafê xwe heye ku berevaniya serweriya xwe û berjewendiyên xwe yên bilind li dijî kiryarên neqanûnî yên Amerîkayê bike ev sedema dilgermbûna me ye.
Wî her wiha got: Em ji aliyê serokkomar Madûrû û gelê Venezuelayê ve ji piştgiriya hikûmet û gelê Îranê û viyana wan a cidî bona berevaniya ji mafên navneteweyî û mafê gelê Venezuelayê ji bo rawestana li ber kiryarên zordarane û yekalî û gefên Amerîkayê, sipasiyê dikin.