Moskow: Welatên Rojavayî ji hilweşyana plana işkesta Rûsiyê tirsiyane
Çile 01, 2026 17:09 Asia/Tehran
Berdevka Wezareta karên Derve ya Rûsiyê bal kişand ser vê yekê ku welatên rojavayî jibo paşdevekiandina Rûsiyê û işkesta vî welatî planek xwe hebûn û tekez kir: Lê ew niha tirsiyane ji ber ku plana wan bi tevahî hilweşyaye.
Marya Zaxarovayê got: Rayedarên welatên rojavayî jibo plana işkesta stratejîk a Rûsiyê pere xerc kirine û ser wê hesab vekiribûn. Berdevka Wezaret Karên derve ya Rûsiyê her wiha bi tekeziya ser vê yekê ku niha ev plan rastî işkestê hatiye û got: Niha ew heta ji qebûlkirina vê işkesê jî ditisrin ji ber ku hîngê divê ji gelê xwe re bêjin ku çima ji destpêkê va ev kara kirin.