Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê: Em bi awayekî xurt berevanîya sînorên xwe dikin
Kanûn 31, 2025 18:01 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê basa plankarîya ji bo kontrolkirin u sekinîna himber qaçaxa maddeyên hişber a ji rêya gemîyan li Deryaya Karayîbê kir.
General Padrîno Lopez pêgirî kir ku hêzên çekdar ên Venezoelayê ji bo dabînkirina ewlehîya sînoran amade ne u got: Hêzên çekdar ên me tam amade ne ku bi awayekî xurt serwerî u yekperçetîya axa welatê xwe biparêzin ujê berevanîyê bikin.
Dewleta Amerîkayê di mehên vê dawîyê da bi heceta têkoşîna dijî maddeyên hişber, Venezoela dorpêç kirîye û pêşîya ticareta vî welatî u cîhanê digire. Karakasê ragihandîye ku armanca Waşîngtonê ji hewla bo tirsandina hikûmeta Nîkolas Madoro, pêkanîna hikûmeteke kirêgirtî û serdestbûna li çavkanîyên niftê yên vê herêmê ye.