Hejmara kuştiyên lehiyê li Endonezyayê ji 900 kesî derbas bû
Rêxistina Kontrolkirina Qeyranê ya Endonizyayê ragihand ku lehiya wêranker û qelişîna erdê li girava Sumatrayê bûye sedema candayîna zêdetirî 900 kesî.
Amarên hikûmetê li Endonezyayê nîşan didin ku hejmara kuştiyên rabûna lehiyê û qelişîna erdê ji ber bahozê li sê parêzgehên Endonezyayê gihîştiye 908 kesan û 410 kes jî bê ser û şûn bûne.Di encama bahoz û rabûna lehiyê de 200 kesî li başûrê Tayland û Malezyayê canê xwe ji dest daye. Komên ku wekî komên kesk tên naskirin, li başûr- rojhilatê Asyayê ragehandin ku jinavbirina daristanan ji ber xebatên kanza û madenan û birrîna daran li van welatan bûye sedem bandorên bahoz û lehiyê li van welatan pir wêranker bibin.Wezareta Jîngehê ya Endonezyayê jî ragihand ku xebatên şîrketên ku di têkdana jîngehê de rola xwe hene, bi awayekî demkî rawestandiye.