Dewama Zexta Amerîkayê bi armanca teslîmkirina Ukraynê
bingehên Amerîkî ragihandin, Ukrayniyan rêkeftina aşitiyê ya Amerîkayê qebûl kirin û bi tenê çend hûrgiliyên biçûk mane divê bên çareserkirin.
ABC Newsê ji zarê rayedarekî Amerîkayê ve diyar kir: Ukraynê naveroka rêkeftina aşitiyê ya Amerîkayê qebûl kiriye. Li gorî ragihandina vê medyayê, rayedarê amerîkî yê navborî îdia kir:Ukrayniyan rêkeftin aşaitiyê ya Amerîkayê qebûl kirine û bi tenê çend hûrgiliyên biçûk mane divê bên nirxandin.Eva di demekê de ye ku rojnameya Guardian, ji zarê çavkaniyên agahdar, nivîsî: Ukrayna hewl dide zemînê jibo beşdariya hevpeymanên xwe yên Ewropî li muzakirên bi Waşengtonê re derbarê plana aştiyê ya Donald Trump serokkomarê Amerîkayê amade bike .Di heman demê de, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê got ku siyasetmedar û medyaya Ewropî dixwazin di pêvajoya çareserkirina nakokiya Ukraynayê de nakokiyan çêbikin . Mariya Zaxarova her wiah got ku hevdem li gel destpêşxerî û eşkerekirina plana aştiyê ya Amerîkayê helahelayeke medyayê çêbûye. kiryarên bi vî rengî wextekê rû didin ku bernameyên welatên Rojavayî wekî ku wan hêvî dikir bi pêşde naçin. Zaxarovayê got ku gava Ewropî gotinên wekî plana aştiyê, muzakire an têkiliyê dibhîzin ew tevlihev dibin ji ber ku tiştên wiha li dijî îradeya wan in. Di heman demê de, Berdevkê Kremlinê Dmitrî Peskov daxwaza baldarbûna derbarê axiftina derbarê dawiya şerê Ukraynê kir û got hîn zû ye ku meriv bibêje ku aştî li Ukraynayê di demek nêzîk de biqewime û divê mirov di gotinên bi vî renghî de baldar be. Medyaya Rojavayî derbarê dewama rawêjkarityên bi rêya telefonê di navbera Kiyev û Waşingtonê de agahî dan û gotin: Renge serokkomarê Ukraynê Volodîmîr Zelenskî di dawiya vê hefteyê de li Qesra Spî bi Trump re hevdîtinê pêk bîne.