Mijdar 15, 2025 18:30 Asia/Tehran
  • Rabûna lehîyê jîyana gelê Ingilîsê tevlihev kir

Ji ber tofan û baranên guj ku di encamê da kanalên avê hatine xitimînê, jîyana gel li hin navçeyên Ingilîsê tevlihev bûye.

Ji ber rabûna lehîyê li herêma Welz a Ingilîsê li vê herêmê rewşa awarte hat ragihandin û li hin cîyên vê navçeyê welatîyan terka mala xwe dan û hin kesên di rewşa taybet da jî, bo cîyên ewleh hatin veguhestin û hewlên ji bo alîkarîgîhandin u xilaskirinê li vê herêmê didomin.

Rayedarên navçeya Welzê heta nika 4 caran derheq rabûna lehîyê da hişyarî dane û gotine ku ji ber gujbûna baranê û têravîbûna erdê, diqewime rewş girantir bibe.

Hevgavê vê yekê rewşa hin rawestgehên qetarê ji ber baranên guj aloz bûye û tê payîn têhna hewayê li navçeyên curbicur ên vî welatî gellekî dakeve. 

Serepeyv