Azadkirina şaş a 377 girtiyan li Inglîzê
Mijdar 09, 2025 18:17 Asia/Tehran
Medyayên Inglîzê ragihandin ku 377 girtî ji zindanên vî welatî di du salên derbasbûyî de bi şaşî hatine berdan.
Li gorî BBCyê, di yeksala ber bi meha Adara îsal ve 262 girtî û par jî 115 girtî ku bi sûcên curbicur li girtîgehê bûn, bi şaşî hatin berdan û polîs hîn jî li hinek ji wan digere.Vê dawiyê jî sê girtî bi sûcên curbicur bi şaşî ji girtîgehê hatine berdan ku yek ji wan piştî 10 rojan lêgerînên berdewam ên polîsan u li gorî raporên xelkê hat girtin û girtiyekî jî xwe teslîm kir. Navenda Neteweyî ya Amaran a Inglîzê midehek berî niha ragihand ku asta sûcên tomarkirî li vî welatî rêjeya herî zêde ya di dîroka Ingilîzê da ye.