Ûrsêt: Bila Amerîka bêje ka çima ceribandina çekên navokî dest pê kir
Mijdar 05, 2025 18:14 Asia/Tehran
Berdevkê Qesra Serokomartîyê ya Ûrsêtê ji dewleta Amerîkayê xwest ku bêje ka çima Serokomarê vî welatî xwest ku ceribandina çekên navokî careka din dest pê bike.
Dîmîtrî Peskov got: Em dixwazin ku Amerîka vê mijarê zelal bike, ji ber ku ne Ûrsêtê u ne jî Çînê çeka navokî ceribandîye. Em nika nikarin deqî bêjin ku Serokoamrê Amerîkayê tam ji wê fermanê çi mebestek hebûye. Peskov herwiha pêgirî kir ku Ûrsêt u Çîn hela jî pabendê sozên xwe yên di Peymana Tam a Qedexekirina Ceribandina Çekên Navokî da ne. Donald Trump vê dawîyê idia kir ku Amerîka nabe di warê navokî da li paş Ûrsêt u Çînê bimîne, lewma fermana destpêkirina dubare ya ceribandina çekên navokî da.