Cotmeh 29, 2025 19:23 Asia/Tehran
  • Lavrov: Îran û hevpeymanên Rûsiyê daxwaza wekheviya welatan dikin

Wezîrê Derve yê Rûsiyê, bi tekeziya ser rola Îran û şirîkên din ên Asyayî yên Rûsiyê kir û got ku aramî û geşatiya cîhanî û serfirazî tenê bi rêzgirtina mafên wekhev ji bo hemî welatan pêk tê.

Sergey Lavrov , Wezîrê Derve yê Rûsiyê got: Berevajî Welatên Rojavayî, Rûsya û şirîkên me Çîn, Hindistan, Îran û  welatên bi berjewendiyên hevbeş di vê baweriyê de ne ku aramî û geşatî hewcetî bi mafên wekhev ji bo hemî welatan heye ne serdestiya welatên pêşketî. Serokwezîrê Rûsiyê derbarê şerê li Ukraynê de, welatên endamên NATOyê yên Ewropî bi şandina çek û pereyan bo Kîevê tawanbar kir ku bi vî awayî şer dirêj dikin.Wî her wiha  got: Rayedarên Ewropî hemû hewla xwe didin ku Waşingtonê ji çareserkirina vê pevçûnê bi rêya muzakireyê poşamn bikin. 

Serepeyv