Cotmeh 27, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Parlamenterê Ewropayê: Bêyî darizandina Rejîma Siyonîst dê aşitî pêk neyê

Bêrî Endrûz, parlemanterê Parliamana Ewropayê ji Îrlendê, di axiftinekê de tekez kir ku bidestxistina aştiyeke rastîn û mayînde li Rojhilata Navîn tenê bi rêya edaletê û darizandina Rejîma Siyonîst ji ber cinayetên wê li Xezzeyê dikare pêk were û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bijardeya boykotkirina Telavîvê ser maseyê bihêle.

Endrûz got: Ezmûna welatê min di pêvajoya aştiya Îrlendê nîşan dide ku ti aşitiyek bêyî edaletê serê xwe nagire. Agirbesa li Xezzeyê hewcetî bi piştgiriya navneteweyî heye lê heke cîhan cinayetên Rejîma Siyonîst dijî Xezeyê paşguh bike, ev pêvajo dê têk biçe.

Nûnerê Îrlendê tekez kir ku edalet şertê bingehîn bo her aştiyeke mayînde ye û em nikarin pêşerojek ewleh ava bikin dema ku Rejîma Siyonîst hîna jî ji cezakirinê direve.

Serepeyv