Cotmeh 26, 2025 18:45 Asia/Tehran

Di dewama gêreya di navbera Waşîngton u Karakasê da, Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê ragihand ku meşqa hêzên vî welatî ji bo parastina perravên Venezoelayê u amadebûna himber operasyona nihênî ya ihtimalî, hevgavê berfirebûna bicihbûna hêzên amerîkî li herêma Karayîbê hat lidarxistin.

Ev meşqa hêzên Venezoelayê rojekê piştî bicihbûna papora Cirald Ford li Karayîbê ya li gorî fermana Pentagonê, hat lidarxistin. Fermana ku wer xûya dike pêngavek e ji bo tund u girankirina zextên leşkerî ser Venezoelayê. Ev papora ku wek mezintirîn papora cîhanê tê zanîn, dikare 90 balafiran ji wan balafirên cengê yên F-35 u zêde ji 5 hezar leşkeran hilde u gemîyeke binavî ya navokî jî pê ra ye ku berî vîya li vê herêmê bi cih bûye. Bi dû vê pêngava Amerîkayê, Viladimîr Padrîno Wezîrê Berevanîyê yê Venezoelayê gotîye ku me manovrek dest pê kirîye ku ne tenê xwe himber gefên leşkerî yên mezin belkî xwe himberî qaçaxa maddeyên hişber, gefên terorîstî û operasyona nihênî ya ji bo têkdana istiqrara navxweyî ya welêt biparêzin. Hêzên amerîkî di hefteyên buhurî da çend caran ji esmîn va êrişî hin qayiqên li sînorê deryayî yê Venezoelayê kirine. Di encama wan êrişana da zêde ji 38 kes hatine kuştin u dewleta Venezoelayê jî bertekeke tund himberî vê yekê nîşan daye. Nîkolas Madoro Serokomarê vî welatî, Amerîka bi hewla ji bo destpêkirina şerekî nû tawanar kirîye û fermana amadebûna tam daye hêzên berevanîya hewayî yên vî welatî. 

Serepeyv