Cotmeh 13, 2025 09:10 Asia/Tehran
  • Derxistina 4 hezar karmendên amerîkî di rojekê de

4 hezar karmendên Amerîkayê di rojekê de wekî beşek ji hewildana berfireh a hikûmetê jibo guhertina pêkhateyê hatine derxistin.

Girtina hikûmeta federal ku ji destpêka vê mehê ve dest pê kiriye, roj bi roj berûlayê  berfirehtir digire û bandorên wê yên aborî û civakî li seranserê welêt  tên hîskirin. Ev rawestandina kar ku encama nakokiya di navbera Kongre û hikûmeta Donald Trump li ser pejirandina budceya sala darayî ya nû ye, niha ji bo karker, bikirr û rêwiyên amerîkî re bûye qeyraneke rastîn. Rasêl Wût,  Rêveberê Nivîsgeha Rêveberî û Budceyê ya hikûmeta Amerîkayê got ku ji karderxistin û kêmkirina karmendan destpê kiriye. Wî derbarê hejmara karmendên ku fermana  derxistinê ji wan re hatiye dayîn, hûrgiliyên zêdetir nedan.

Serepeyv