Cotmeh 11, 2025 16:20 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna berfire ya pakistanîyan; nerazî ber bi balyozxana Amerîkayê va çûn

Bi dû bangewazîya koma sîyasî- mezhebî ya Tehrîk- Lebeyk a Pakistanê bi hezaran nerazî daketin kolanên Lahûr û Islamabadê.

Koma sîyasî- mezhebî ya Tehrîk Lebeyk a Pakistanê roja pêncşem 9ê Cotmehê xwenîşandanek ser navê ``meşa bi milyonan kesî ya Lebeyk ya Qudsê bi nîşana piştgirîya ji Filistînê dest pê kir. Armanca sereke ya vê xwenîşandanê, lidarxistina kombûnekê li ber balyozxana Amerîkayê ya li Islamabadê e.

Îro nerazîyên pakistanî li Islamabadê deam hewil dan ber bi balyozxana Amerîkayê va bi rê bikevin, di navbera wan u polîsan da pevçûn derket.

Li Lahûrê jî nerazîyan bera xwe dan Islamabadê, lê hêzên polîs bi kêzm u gaza rondikîner hewil dan pêşîya wan bigirin. Wek berteka himber vê kiryara polîsan, nerazîyan ew dan ber keviran u agir berdan berbendan. 

Serepeyv