Sersekreterê NATOyê: Ewropa di xeterê de ye
Cotmeh 03, 2025 16:50 Asia/Tehran
Sersekreterê NATOyê cardinê îdiaya gefên zêde yên Rûsiyê dijî welatên Ewropî kir û hişyarî da: Em hemû di xeterê de ne.
Mark Rotê, li kêleka civîna rayedarên YE li Kopênhaka Danîmarkayê bal kişand ser gefên stratejîk ên Moskowê ser Ewropayê û îdia kir: Vladimir Putin Serokkomarê Rûsiyê dijmin û gefa sereke himber me di demek dirêj de ye.
Sersekreterê NATOyê cardinê gotin û îdiaya xwe ya berê dubare kir ku mûşekên herî pêşketî yên Rûsiyê dikarin bajarên wekî Roma, Amsterdamê an Londonê bi leza bi qasî pênc beramberî heza deng bidin ber êrişan.