Îlon 28, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Hewldana sê welatên ewropî ji bo vegerandina boykotên li dijî Îranê hitbara xwe tine

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê ragihand ku hewldana Inglîz, Fransa û Almanyayê ji bo vegerandina boykotên berê yên NY dijî Îranê bêhitbar e.

Mariya Zaxarovayê got: Hewldana Inglîz, Fransa û Almanya ji bo vegerandina boykotên berê yên Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî Îranê curek lîstika dualî  û bêhitbar e, ji ber ku wan bi xwevedizîna ji şêwaza çareserîyê ya dema derketina nakokîyan ku di biryara 2231 de hatiye destnîşankirin, fêleke jîrane kirin.

Wî bi ragehandina vê yekê ku ewropî binpêkerên rêzeyî yên biryara 223yê ne û got: Li gorî naveroka Rêketina Navokî divê her du alîyan destpêkê  lêkolîn li ser îdiayên di mekanîzma çareserkirina nakokiyan de bikirana û tenê heke hemî hewldan neghêştana encamê, ew bişandina Konseya Ewlehiyê ya NY û tiroykaya ewropî ev mekanîzm bi kar neanîn. London, Parîs û Berlînê  ev qonax ji holê rakirin û demlidest raporek pêşkêşî Konseya Ewlehiyê ya NY kirin.

Serepeyv