Madoro: Amerîka bi dû bicihkirina hikûmeta kirêgirtîyê xwe li Venezoelayê ye
Serokomarê Venezoelayê got: Dewleta Amerîkayê lê digere bi saya bicihkirina hikûmeteke kirêgirtîyê xwe çavkanîyên netewî yên Venezoelayê talan bike.
Nîkolas Madoro got: Amerîkayê planeke emperyalîstî darêştîye ta ku bi guhertina hikûmet u pergalê li Venezoelayê, hikûmeteke kirêgirtîyê xwe ava bike û mezintirîn zimhêrên nifta cîhanê, çaremîn zimhêrên gaza cîhanê û mezintirîn zimhêrên zêra talan bike.
Wî herwiha got ku Amerîkayê ji bo vê armancê, çend papor û gemîyên binavî yê navokî li herêma Karaîbê bi cih kirine û bi awayekî nerast Venezoelayê tawanbar dike ku rêxistinnê navdewletî yên fenanî NY, YEyê, Rêxistina Cîhanî ya Gumrikê û heta Dayra Têkoşîna Himber Madeyên Hişber a Amerîakyê tawanbarkirina Venezoelayê bi qaçaxa madeyên hişber ret kirine.