Îlon 18, 2025 17:29 Asia/Tehran
  • Daketina asta hebandina Trump li Amerîkayê

Encamên rapirsîyeke nû ray didin ku nerazîbûna welatîyên amerîkî ji karnama aborî ya Donald Trump Serokomarê vî welatî rabûye asta herî bilind.

 

Li gorî rapirsîya Dezgeha Yogav`ê ku li gorî daxwaza Belavoka Economist`ê hat lidarxsitin, tenê sedî 35 beşdaran derheq karnama aborî ya Trump razî ne, di halekî da ku sedî 57ê wan nerazîbûna xwe di vî warî da nîşan dane. Bi vî awayî hejmara neyaran sedî 22 ji ya piştgirên wî zêdetir e, hejmara ku sedî 5 ji ya hefteya buhurî zêdetir bûye.

Çavdêrên sîyasî ser vê bawerê ne ku berdewambûna nerazîbûnê diakre ser xêra Demokiratan be û ev partîya hêvîdar e ku bi karkrina ser vê mijarê, şansê xwe yê serketina di hilbijartina dewra navîn a Kongorê di sala 2026ê da xurt bike. 

Serepeyv