Piştgiriya ji beşên ber ziyan ên Hindistanê li himber tarîfeyên Amerîkayê
Tebax 27, 2025 14:47 Asia/Tehran
Banka Navendî ya Hindistanê piştgiriyê dide beşên ku ji tarîfeyên Amerîkî ziyanê dibînin.
Serokê Banka navendî ya Hindistanê ragihand ku heke Amerîka tarîfeyên sedî 50 ser kelûpelên Hindî bicîh bîne, ev sazî amade ye ku ji bo piştgiriya ji beşên ku herî zêde dê zirarê bibînin tedbîran bigire.
Sanjay Malhotra behsa beşên ber ziyan kir û got: Banka navendî xwedî amûrên pêwîst e ku zexta li ser van pîşesaziyan kêm bike.Malhotra her wiha ser berfirehkirina tora nûnerên bankî, bikaranîna teknolojiyên nû ji bo xurtkirina tevlêbûna darayî û zêdekirina karîgeriyê di pergala bankê de tekez kir.