Serederiya newekhev a Bêrlînê bona piştgîriya Ûkraynê û tenahiya almaniyan
Hevgavê viya ku serokwezîrê Almanê basa kêmbûna çavkaniyên pereyî ji bo garantîkirina pergala tenahî ya vî welatî dike, hikûmeta Bêrlînê dîsan jî bi mîlyardan Yoro pere ji bo alîkariyên leşkerî bo Ûkraynê xerc dike.
Larês Kilîngbîl, wezîrê darayiyê û alîkarê serokwezîrê Almanê, di seferekê bo Kiyêvê ku ji pêş ve nehatibû ragihandin pêgîrî kir ku Ûkrayn dikare li ser Bêrlînê hesabê bike û Piştgîriya Almanê ji Kiyêvê wê kêm nebe. Eva di halekî da ye ku Firêdrîş Mêrts, serokwezîrê Almanê vê dawiyê pêhişyarî da ku pergala tenahî ya vî welatî idî nikare ji hêla pereyî ve dabîn bibe.
Axiftinên newekhev ên serokên hikûmeta hevalbendiyê ya li Bêrlînê, hevgavê biçûkbûna aboriyê û zexta ji hêla bûdceyê ve, bûye sedema niqaşeke mezin a li ser ewlewiyetên xerckirnê. Ji aliyekî ve pêhişyariya li ser mayindebûna pergala tenahiyê û ji aliyekî din ve piştrastkirin û misogerkirina sozên giran ên leşkerî û pereyî bo Kiyêvê.