Rûsiye: Ne mafê her sê welatên ewropî ye mekanîzma snapbackê bi kar bînin
Wekîlê Dayimî yê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî got: Sê welatên ewropî mafê wan tune ku mekanîzma vegerandina boykotan bi kar bînin.
Mîxayîl Ulyanov got: Federasyona Rûsiyê bi tundî êrişa Rejîma Siyonîst û Amerîkayê ser navendên navokî yên Îranê yên ku di bin parastina Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de bûn bi tundî şermezar dike. Ev êriş derbên giran li Peymana Qedexetiya Belavkirina Çekên Tevkujiyê dixin.
Vî dîplomatê rûs derbarê mekanîzma snapback de, ku welatên rojavayî dixwazin bi saya wê zextek zêdetir bixin ser Tehranê u got: Ev nêrîna neavaker a welatên rojavayî rêya dîplomasiyê di navbera Îran û wan da ji nav dibe. Em di vê baweriyê de ne ku sê welatên ewropî ne mafê wan e ku mekanîzma snapbackê bi kar bînin. Îdiayên Fransa, Almanya û Inglîzê ku ew dikarin vî karî bikin neqanûnî ye.