Trump fermana sepandina tarîfeyên nûi ser zêdetirî 60 welatan îmze kir
Tebax 01, 2025 17:55 Asia/Tehran
Serokkomarê Amerîkayê dest bi sepandina dubare ya tarîfeyan ku di navbera 10 heta 41 ê diguhere bo cara çendan kir .
Donald Trump her wiha di fermanek cuda de, tarîfeyên ser hin kelûpelên ku ji Kanadayê tên kirîn sedî 25 heta 35 zêde kir. Hinardekirinên hin şirîkên bazirganî yên sereke yên Amerîkayê bo vî welatî, wekî Avusturalya û Inglîzê tarîfeyên sedî 10 digre ber xwe. Waşengton di daxuyaniyekê de sernavê sererastkirina dubare ya nirxê tarîfeyên beramberî lîsteya 69 şirîkên xwe yên bazirganî belav kiriye ku nirxê tarîfeyên sepandî dijî wan hatiye sererastkirin.