Ji ber êrişa Îranê 111 milyon dolar zîyan li binkeya amerîkî ya li Qeterê ketîye
Belavokeke amerîkî nivîsî ku di encama êrişa Îranê ya tolhildanê ku ser binkeya hêzên amerîkî ya li Qeterê pêk hat, 111 milyon dolar zîyan li vê binkeyê ketîye.
Belavoka Newsweekê di raporekê da amajeyî pêşîlêgirtina pergala berevanîya esmanî ya Patiryot a Amerîkayê himber êrişa Îranê ya tiolistandinê ser mezintirîn binkeya hêzên amerîkî li navçeyê kir û mukur hat ku ji bo pûçkirina 14 mûşekên îranî 30 mûşekên pêşîlêgir ên patiryot hatin avêtin.
Berî vîya jî çavkanîyên nûçeyan li gorî dêmenên setlaytan aşkira kiribûn ku mûşekên îranî karîne ji sîstema berevanîya esmanî ya Amerîkayê ya li navçeyê derbas bibin û alavên hêzên amerîkî yên ji bo têkilîya ewleh ji nav bibin.
Serokerkanê artêşa Amerîkayê jî idia kiribû ku berî êrişa Îranê ya ser binkeya Al Edîdê, hemî personel bilî 44 leşkeran ku jibo bikaranîna Mertala Patiryotê mabûn, jê derketibûn.