Tîrmeh 22, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Rêxistina Efûya Navneteweyî: Êrîşa Rejîma Siyonîst ser Girtîgeha Êvînê sûcekî cenê ye

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî êrîşa artêşa Rejîma Siyonîst ser Girtîgeha Êvîn a Tehranê di dema şerê 12 rojî yê li dijî Îranê de, wekî binpêkirineke xeternak a qanûnên navneteweyî da zanîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand: Divê ev êrîş wekî sûcekî şer were lêkolînkirin. Artêşa Siyonîst êrîşên hewayî ser Girtîgeha Êvînê pêk anîn ku di encamê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndar bûn û Zîndana Êvînê rastî wêranî û zirarên mezin ve hat. Vê rêxistinê ragihand ku encamên lêkolînên wê li ser dîmenên vîdyoyî, wêneyên satelaytê û gotinên şahidan hatine girtin. Di daxuyaniya Rêxistina Efûya Navneteweyî de hatiye ku ti nîşane û belgeyeke pêbawer nînin ku nîşan bidin ku Girtîgeha Êvînê hedefeke leşkerî bûye.

Serepeyv