Komeka ser bi DAIŞ`ê 66 kesan li rojhilata Kongoyê kuştin
Tîrmeh 13, 2025 13:46 Asia/Tehran
Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê ragihandin ku ajavegêrên ser bi DAIŞ`ê bi dehan kesên sivîl li rojhilata vî welatî kuştin.
Marsêl Paloko, yek ji rayedarên xwecihî yên li Îromoya li ser sînorê Ûgandayê got: Gorî bi kêran hatine kuştin û di nav wan de jin jî hene. Çavkaniyên xwecihî û çalakên civaka sivîl jî ragihandin ku hejmara goriyan rabûye 66 kesan. Jan Tobî Okala, berdevkê Taxima NY li parêzgeha Îtoriyê, ev êrişa Tenaşoyeka xwunê wesif kir. Hêzên Demokratîk ên Yekgirtî, komeka tundrê ya çekdar a ûgandayî ye ku bi salan li her du aliyên sînorê Kongo û Ûgandayê çalak bûn; navçeyek ku veguheriye cihê hatûçûna vê komê.