Lavrov: Operasyona taybet a leşkerî li Ukraynê dê were domandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355052-lavrov_operasyona_taybet_a_leşkerî_li_ukraynê_dê_were_domandin
Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand: Operasyona taybet a leşkerî ya vî welatî li Ukraynê dê berdewam bike lê Rûsiye amade ye ku bi awayekî hevgav tedbîrên dîplomatîk pêş de bibe.
(last modified 2025-06-09T11:56:13+00:00 )
Hezîran 09, 2025 10:42 Asia/Tehran
  • Lavrov: Operasyona taybet a leşkerî li Ukraynê dê were domandin

Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand: Operasyona taybet a leşkerî ya vî welatî li Ukraynê dê berdewam bike lê Rûsiye amade ye ku bi awayekî hevgav tedbîrên dîplomatîk pêş de bibe.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavrov îro ragihand: Moskow amade ye ku  her dema ku îmkana gotûbêjên beranber pêk were  bi Amerîkayê re li ser aramiya stratejîk muzakirê bike.

Lavrov got: Operasyona taybet li Ukraynê dê berdewam bike lê Rûsiye amade ye ku bi awayekî hevdem tedbîrên dîplomatîk pêş da bibe. Encamên meydanî yên ku di dema operasyonêa taybet  a leşkerî de hatine bidestxistin yê ji hêla hiqûqî va di dawiyê de bi fermî bên naskirin.

Artêşa Rûsiyê di 24ê Sibata 2022an de operasyona taybet a leşkerî li rojhilatê Ukraynê dest pê kir, ev operasyona Rûsiyê rastî rexneyên di asta cîhanî de hat.