Hezîran 02, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Gera duyem a muzakirên Rûsya-Ukraynê li Stenbolê

Gera duyem a muzakirên rasterast di navbera Rûsye û Ukraynê îro piştî nîvro li Stenbolê piştî sietek û nîv derengî hat li darxistin.

Gera duyem a muzakirên di navbera şandên Rûsya û Ukraynê de, ku bi navcîtiya Tirkiyê li Stenbolê hat lidarxistin piştî sietekê bi dawî bû. Ev civîn bi armanca hilkolandina şert û mercên agirbesê, veguhertina girtiyan û îmakana nirxandina hevdîtina rayeadrên serokên her du welatan de hat lidarxistin.

Ev gotûbêj ku hinekî zêdetirî sietekê dom kir, gera duyem a van muzakiran e ku bi mazûvaniyaTirkiyê tê lidarxistin û bi armanca kêmkirina nakokiya di navbera  Rûsyê û Ukraynê  hat lidarxistin.

Li gorî ragehandina çavkaniyên dîplomatîk, şanda Rûsyaê ji 12 kesan û şanda Ukraynê jî ji 14 kesan pêk dihat.

Berî ku muzakira Stenbolê dest pê bikin, gelek şik û guman derbarê serketina muzakiran hebûn.

Serepeyv