YE: Em li ser mijara navokî ya Îranê piştgîriyê didin dîplomasiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354538-ye_em_li_ser_mijara_navokî_ya_Îranê_piştgîriyê_didin_dîplomasiyê
Berpirsa Siyaseta derveya YE`yê li ser piştgîriya YE ji dîplomasiyê li ser mijara navokî ya Îranê pêkutî kir.
(last modified 2025-05-05T11:26:50+00:00 )
May 05, 2025 13:16 Asia/Tehran
  • YE: Em li ser mijara navokî ya Îranê piştgîriyê didin dîplomasiyê

Berpirsa Siyaseta derveya YE`yê li ser piştgîriya YE ji dîplomasiyê li ser mijara navokî ya Îranê pêkutî kir.

Kaya Kalas, berpirsa Siyaseta derveya YE`yê dibêje ku ew yekîtiya li ser mijara navokî ya Îranê piştgîriyê dide dîplomasiyê.

Kalas di peyamekî li X`ê de nivîsî: Ez bona pêgîriya li ser piştgîriya YE`yê ji dîplomasiya li ser mijara navokî ya Îranê û kêmkirina kêşeyan li navçê, bi Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê re axivîm. Ev gotinên rayedara payebilind a Ewrûpayê li ser mijara navokî ya Îranê di halekî de raber dibin ku muhtemel e muzakirekirên îranî û amerîkî dawiya vê hefteyê dewûra çaran a muzakireyan bişopoînin.