Nêzî 600 kes li Îngilîsê hatine kuştin
Nîsan 22, 2025 17:01 Asia/Tehran
Daneyên dawî yên Navenda Netewî ya Amarê ya Îngilîstanê nîşan didin ku par li Îngilîstan û Wêlzê nêzî 600 kes hatine qetilkirin.
Navenda Netewî ya Amarê ya Îngilîstanê ragihand ku 414 kes ji wan mêr bûne û 156 kes jî jin bûne. 108 kuştin di nav malan da bûne ku 83 kes ji wan kesên ku hatine kuştin jin bûne. Ev dane nîşan didin hejmara kuştinan di nava postreşan de nêzî 40 kes di her mîlyonekê da bûye ku zêde ji çar qatê kuştinan di nava postsipiyan de ye.