Nîsan 16, 2025 18:01 Asia/Tehran
  • Amerîka hemû bûdceya NATOyê qut dike

Hikûmeta Amerîkayê di halê nirxandina budceya pêşniyarkirî ye ku, heke were pejirandin, dê hemî bûdceya terxankirî ji saziyên navneteweyî re, ji wan NY û NATOyê qut bike.

Rojnameya New York Times di raporekê de ji zarê du rayedarên amerîkî nivîsî ku ev pilan kêmkirina sedî 50 ya bûdceya Wezareta Derve, sînordarkirina operasyonên parêzvanên aştîyê û qutkirina alîkariyên mirovhezî û bernameyên tendrsutiya cîhanî  digire ber xwe. Hîn ne diyar e ku  Marko Robiyo,Wezîrê Derve yê Amerîkayê vê planê qebûl dike yan na.  Hikûmeta Trump bi caran zext û zor daye ser endamên NATOyê ku xercê sepandî ser Amerîkayê pêka endamên din ên vê hevpeymaniya leşkerî ne hevseng e.

Serepeyv